Malbat û hevalên Guneşê hatibû revandin, hatin destgîrkirin

12 kesên ku aqûbeta Gokhan Guneşê ku ji aliyê polîsan ve hatî revandin pirsîn, hatin destgîrkirin.

Malbat û hevalên Gokhan Guneş ê ku 20’ê Çileyê ji aliyê polîsan ve hatî revandin û hetanî niha agahî jê nayê stendin li ber cemxaneya Îkîtellî kom bûn. Malbata Guneş û hevalên wî, bi dirûşmeyên “Em ê Gokhan Guneş bibînin” û “Gokhan Guneş li ku ye” hetanî Qereqola Polîsan a Şehîd Zekî Kaya ya li Îkîtelliyê meşiyan.

Komê li pêş qereqolê daxuyanî dan. Xwîşka Gokhan Guneş, Nurhayat Guneş, anî ziman ku birayê wê 4 roj berê hate revandin û wiha got: "Me serî li hemû rayedaran dan, lê heta niha tu bersiv nedane me. Polîsan birayê min revandiye. Lê qeydên kamerayan hîn nehatiye lêkolînkirin. Em ê kolan bi kolan li birayê xwe bigerin. Em destûr nadin ku birayê min bê windakirin. Em ê Gokhan Guneş ji destê wan bigirin.”

Endamên ESP'ê jî diyar kirin ku heta Gokhan Guneş bibînin wê kolan bi kolan li Gokhan bigerin û lêpirsîna xwe berdewam bikin. Dema komê daxuyanî da, polîsan êrîşî komê kir û 12 kes destgîr kir. Polîsan xwişkên Gokhan Guneş Nûrhayat Guneş, Gulhayat Guneş, Sînem Guneş, meta wî Zubeyde Guneş, dotmawa wî Nazlican Guneş, endama Meclîsa HDP'ê Hêlîn Yilmaz, Ezgî Gokçay, Ferhat Harûn Pehlîvan, Bedran Çogaltay, Tanya Kara, Ela Denîz Albayrak, Ozge Dogan destgîr kirin.

Li aliyê din parêzerê malbata Gokhan Guneş, Sezîn Ûçar serî li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmece da û serlêdana sûc kir.