Malbat û ÎHD’yiyan li aqûbeta Duzgun Tekîn pirsîn

Li Amedê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li aqûbeta Duzgun Tekîn pirsîn.

Ximên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin di hefteya 437'emîn de li avahiya ÎHD'ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda, hatin hilgirtin. Vê hefteyê aqûbeta Duzgun Tekîn ê di 21'ê Cotmeha sala 1995'an ji bo biçe kargeha xwe ya li semta Guneşli ya navçeya Bagcilara Stenbolê serwinda bû û careke din agahî jê nehat girtin, hate pirsîn.

Endamê Komîyona Kiryarên Nediyar û Windayan Hasan Yalçin daxuyanî xwend û diyar kir ku li derdora Duzgun Tekîn tim wesayîtên nenas digeriyan û ew tim dişopandin. Yalçin da zanîn ku wesayîta Tekîn dişopand dizanî û plakaya wê li ser kaxizekê nivîsandibû û danîbû  malê. Yalçin ragihand ku plakaya 34 F 6676 nivîsandî ya li malê hiştî, yek ji wan wesayîtan e ku Duzgun Tekîn revand û serwinda kir.

Yalçin da zanîn ku zavayê Tekîn di dema serî li ÎHD'ê da de, diyar kiribû ku li ber mala wan tim du sivîlên di wesayitê de ne radiwestin û piştî 21'ê Cotmeha 1995'an êdî ev kes nehatine ber mala wan. Yalçin dest nîşan kir ku di 27'ê Cotmeha 1995'an telefonek ji malbatê re hatiye û ji wan re gotiye ku Duzgun Tekîn li Şaxê 1'emîn ê Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê tê girtin û wiha bi lêv kir: "Ji bo aqûbeta Tekîn were aşkera kirin, serî li hemû beşên ewlekariyê hatine dayîn.”

‘DEWLETÊ VEŞART’

Kasim Açik ê li Girtîgeha Gebzeyê dimîne, ragihandibû ku Duzgun Tekîn hatiye kuştin û li bajarê konan ê nêzî Kirklareliyê ye, bi awayekê li ser çogên xwe rawestandî hatiye veşartin û ev yek bi krokiyan jî eşkera kiribû.

Yalçin dest nîşan kir ku malbata Tekîn li ser vê yekê serî li Serdozgerê Komara Kirklarelî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gel van hemû daxuyaniyan ji roja ku hatî winda kirin û vir ve, rayedarên dewletê ne derbarê Duzgun Tekîn û ne jî derbarê wesayîta ku ew şopandiye de, agahî daye. Malbata Duzgun Tekîn li gel van hemû daxuyaniyan bi derfetên xwe li ser sergoya ku qala wê dihat kirin, li cenazayê Tekîn geriyane, lê bi ser neketine."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.