Malbat û ÎHD, ji bo Mûstafa Saygi li hev civiyan

ÎHD û xizmên windayan, di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a 488’emîn de li aqûbeta Mûstafa Saygi pirsîn yê ku li navçeya Sûrûcê ya Rihayê di sala 1994’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a  488’emîn li avahiya komeleyê pêk anîn. Rêveber û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Mûstafa Saygi hate pirsîn yê ku li navçeya Sûrûcê ya Rihayê di sala 1994’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di serî de ez cejna dayîk û hemû kesan pîroz dikim. Bûyerên hatin jiyîn, di bin kontrola desthilatdariyên siyasî yên berê de pêk hatin. Hemû desthilatdariyên siyasî berpirsên vê yekê ne. Ji bo rondikên çavên dayîkan bi dawî bibin, divê hemû kes destên xwe bixin binê kevir.”

‘DEMA DIÇÛ MALÊ HAT DESTGÎRKIRIN’

Rêvebirê Şaxa ÎHD’a Amedê Adnan Orhan çîroka Sayginê winda vegot û wiha axivî: “Mûstafa Saygin di sala 1969’an de li navçeya Sûrûca Rihayê hat dinê û ji ber bêderfetiyên maddî heya dibistana navîn xwend. Saygin di sala 1982’yan de zewicî, 3 keç û 5 zarokên wî hebûn. Saygin di 3’yê Hezîrana 1994’an de ji gundê Yogurtçu yê Sûrûcê li motosîkleta xwe ya rengê wê sor siwar dibe û ber bi gundê Alacik ve dikeve rê. Malbata Saygin ji wê rojê û vir ve tu agahiyan ji Saygin nagirin. Gava  Saygin bi şev nayê malê, malbata wî dest bi lêgerîna wî dikin. Li ser rê şivan ji malbatê re dibêjin Mûstafa ji aliyê leşkeran ve hatiye destgîrkirin. Malbat li ser vê yekê demildest diçe qereqola cendirmeyan, lê li wê derê wî nabînin. Malbat dûre bi nivîskî serî li dozgeriya Komarê dide û dixwaze Mûstafa bê dîtin. Di heman demê de îlana windabûna Saygîn didin rojnameyê. Lê bi tu awayî Mûstafa nayê dîtin.” 

Malbata Saygi, li DMME doz vekir û doz hîna jî berdewam dike.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat.