Malbat sibe diçin Îmralî

Malbat sibe diçin Îmralî

Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û malbatên 2 girtiyên li girtîgeha Îmraliyê dê sibe biçin îmraliyê û hevdîtinê pêkbînin.

Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwişka Şêxmûs Poyraz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind ya Îmraliyê Felek Cizlamaz û warêsa Cûmalî Kars Perwîn Odûncû ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û roja Înê hatibû qebûlkirin. Malbat dê sibe biçin Îmralî û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêkbînin.

Beriya 10 rojan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana biraziyê Ocalan Abdullah Ocalan û kurê xalê Ocalan Mehmet Arslan redkiribû.

Ocalan ku 2 salan zêdetire bi hincetên cûda destûr nadin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike û herî dawî 1’ê Tîrmehê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re pêkanî bû.