Malbat sibe diçin Îmralî

Malbat sibe diçin Îmralî

Hat zanîn ku sibe xuşka rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan,xwarziya wî Dîlek Ocalan û malbatên girtiyên din yên li Îmralî ji bo serdanê sibe diçin Îmralî.

Ji malbata rêberê gelê Kurd Abdulla Ocalan, Fatma Ocalan, xwarziya Ocalan Dîlek Ocalan, ji malbata girtiyên din yên di girtîgeha tîpa F a Îmralîde ji malbata Cumalî Karsu Pervîn Oduncu ji bo hevdîtinê serî dozgeriya komarê a Bursa yê dan. Hate zanîn serlêdan ji aliyê dozgeriyê ve hatiye pejirandin û tê payîn ku sibe malbat herin Îmralî û hevdîtin bikin.

Keça Fatma Ocalan Dîlek Ocalan wê sibe yekem car bikare bi rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.