Makbule Ozer a 80 salî û nexweşa giran e careke din hate binçavkirin

Makbule Ozer a ku beriya niha ji ber nexweşiya wê hatibû berdan, careka din hate binçavkirin û ew şandin Girtîgeha Tîpa R ya Îzmîrê.

Li navçeya Edremît a Wanê, Makbule Ozer (80) û hevjînê wê Hadî Ozer (79) 24'ê Tîrmeha 2018'an polêsan bi ser mala wan de girtin û ew bi zarokên wan re  binçav kirin. Der heqê malbata Ozer de bi hinceta ‘’alîkariya rêxistinê’’ doz hate vekirin. Li gorî îdîanameyê 2 sal 6 meh cezayê girtîgehê li malbata Ozer hat birîn. Piştî cezayê wan hate erêkirin, malbata Ozer 9'ê Gulanê  hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Makbule Ozer a ku rewşa wê ya tenduristiyê giran bû, piştî bertekan 7’ê Îlonê hate berdan û cezayê Makbule Ozerê salekê hate taloqkirin.   

Makbule Ozer ku ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê rapora astengdariya ji sedî 61 stendibû,  li şûna girtina malê yan jî serbestiya kontrolkirî careke din hate binçavkirin û ew şandin Girtîgeha Tîpa R a Îzmîrê.  

Beriya ku Makbule Ozerê bişînin girtîgehê ji ANF'ê re axivî bû û anîbû ziman ku beriya niha dema li girtîgehê ew tim nexweş bû û neçar dima ku tim biçe nexweşxaneyê.