Mahîr û Şengalî li Stockholmê hatin bîranîn
Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) û Atakan Mahîr (Îbrahm Çoban) ku ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.
Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) û Atakan Mahîr (Îbrahm Çoban) ku ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê ve hate organîzekirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Ferah Bozcali li ser girîngiya Mahîr û Şengalî ya ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd axivî.
Piştre li ser jiyan û têkoşîna Şengalî û Mahîr sînevîzyonek hate nîşandan.
Siyasetmedar Rizgar Şoreş destnîşan kir ku Şengalî li dijî qirkirina Êzidiyan, Mahîr jî li dijî qirkirina Elewiyan tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bûn û bersiv dan dewleta Tirk.
Şoreş da xuyakirin ku tercîh û têkoşîna Mahîr û Şengalî divê ji aliyê gelên Kurdistanê û hemû gelên bindest ve mînak bê dîtin. Şoreş bi bîr xist ku destketiyên gelan ên li Rojava û gelemperiya Kurdistanê bi têkoşîna bi biryar û fedakariya şehîdan hatine afirandin.
Şoreş diyar kir, Şengalî û Mahîr di oxira nirxên pîroz de canê xwe di têkoşîna azadiya gelên Kurd û Rojhilata Navîn de feda kirine û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi biryardariya Şengalî Mahîr cihê xwe di nava rêxistinbûn û têkoşînê de bigirin.
Di civîna bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.