BI DÎMEN

Mafên mirovan li girtîgehan di asta herî bilind de tên binpêkirin

Hevserokê TUHAD-DER ê Amedê Cahît Demîrkiran diyar kir, bi pêvajoya şer re binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan gihaştiye asta herî bilind û bang li her kesî kir, ji bo bibin dengê girtiyan.

Hevserokê TUHAD-Der ê Amedê Cahît Demîrkiran da xuyakirin, pêvajoya nû ya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê rû da, bandor li girtîgehan jî kir û anî ziman, AKP'ê di wê demê de heyfa nebûna desthilatdariyê ji gelên Tirkiyeyê standiye. Demîrkiran da xuyakirin, ku AKP'ê di vê çarçoveyê de bombe li bajarên Kurdistanê barand, bi hezaran mirov qetil kir û got, "Qîma xwe bi vê jî nanî, rabû muzakereyên bi PKK'ê re bi temamî qedand û Tirkiye xist nava şer. Bêguman vê rewşê bandor li girtîgehan jî kir. Hejmara girtiyên siyasî, ku beriya 7'ê Hezîranê bi qasî 3000 bû, piştî 7'ê Hezîranê gihîşt 9 hezarî. Tevî girtinan, sirgûnkirin jî ket rojevê."

JI BO ÎŞKENCEYÊ, 4 GIRTÎGEH WEKE HERÊMÊN PÎLOT HATIN HILBIJARTIN

Demîrkiran anî ziman, hema hema temamiya girtiyên siyasî yên rojhilat sirgûnî herêmên Trakya, Ege û Derya Reş hatin kirin û destnîşan kir, bi van sirgûnan re binpêkirina mafên mirovan gihîşt asta herî bilind. Demîrkiran bibîr xist, girtiyên hatin sirgûnkirin di wesayîtên Rîngê de îşkence li wan hat kirin û pêkanînên mîna lêgerîna lazî ya şikandina rûmeta mirovahiyê li ser wan hat ferzirin. Demîrkiran got, "Girtiyekî siyasî yê bi navê Îzettan Aykût krîza dil derbas kir, lê belê bi gotina 'hûn ne girtiyê vê derê ne' ew nebirin revîrê. Wekî din, girtiyekî din ji ber ku kincê gelêrî li xwe kir bi 'terorîstî' hat sûcdarkirin û lê hat dayîn. Li gorî nameyên girtiyan û agahiyên bi rêya malbatên xwe di nava çend mehan de gihandin me, girtîgehên Osmaniye, Gîresûn, Edîrne û Şakranê ji bo îşkenceyê weke herêmên pîlot hatine hilbijartin."

FERMANNAMEYEKE VEŞARTÎ JI RÊVEBERIYÊN GIRTÎGEHAN RE HAT ŞANDIN

Demîrkiran da xuyakirin, ku girtiyekî siyasî yê bi navê Mehmet Darga yê li girtîgeha Gîresûnê tê ragirtin, di nameya ji wan re şandî de qala fermannameyeke veşartî ya ji rêveberiya girtîgehê re hatiye şandin kir û got, "Di çarçoveya vê fermannameyê de tevî talankirina mafan, her wiha girtiyên edlî jî li hemberî girtiyên siyasî tên bikaranîn û girtiyên edlî yên li kêleka qewîşa girtiyên siyasî ne, li ser daxwaza rêveberiya girtîgehê dev davêjin wan. Wekî din, girtiyekî siyasî yê bi navê Mehmet Sarûhan ê ji girtîgeha Amedê sirgûnî girtîgeha Gîresûnê hat kirin, bêyî ku sedem bê nîşandan di çarçoveya vê fermannameya veşartî de li hucreya yek şexsî hat bicihkirin û îşkence lê hat kirin. Heman pêkanîn li girtîgeha Edîrneyê jî heye. Li gorî vegotinên girtiyên siyasî yên bi navê Enver Baysal û Halîl Yaman ên li vir tên ragirtin, ava germ û av li ser wan tê birîn, nahêlin ew derkevin hewşê nava girtiyên din û ji ber li cihekî paqij nayên ragirtin nexweşî li wan der bûne. Xuya ye dewlet girtiyên bi ya wê nake diyar dike, wan dişîne van girtîgehan û li van deveran hewl dide serî li wan bide tewandin."

JI BO BIDAWÎBÛNA BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN, EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Demîrkiran diyar kir, weke TUHAD-DER a Amedê û Baroya Amedê, têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên di dema sirgûnê de wan serî li rayedaran dan e, lê ti bersiveke erênî ji wan re nehatiye dayîn û got, "Ev 6 meh in mafên mirovan li girtîgehan di asta herî bilind de tên binpêkirin. Ji bo dawî li van binpêkirinan bê anîn, em ê tevî malbatan têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîni. Lewma em bang li her kesî û raya giştî ya Tirkiyeyê dikin, ku bibin dengê girtiyên siyasî."

...