Maduro: Venezuela di bin dorpêçiyê de ye

Maduro: Venezuela di bin dorpêçiyê de ye

Serokkomarê Venezuelayê Nîcolas Maduro diyar kir ku telafîkirina windahiyên ji ber bûhayên petrolê ya di budçeya Venezuelaiyê de rû daye, tê astengkirin û ew di bin dorpêçiya fînansê ya navneteweyî de ne.

Serokkomarê Venezuelayê Nîcolas Maduro diyar kir ku welat di bin ablukaya fînasê ya navneteweyî de ye. Maduro wiha got: “Varîla petrolê îro (Duşem) heta 60.55 dolarî ket. Venezuela jî ji bo ku van windahiyan pêşî lê bigire, ketiye bin ablukaya fînansê.”

Maduro da zanîn ku saziyên derecekirinê yên navneteweyî dereceya rîska Venezuelayê zêde bilind nîşan dide û ev li welatên ku nexweşiya Ebola lê belav bûye du car sê carî zêdetir e.