Macron: Tirkiye îqna bûye ku wê dagir neke

Fransa ku di mijara êrîşên dewleta Tirk ên dijî Efrînê de naxwaze ji her du aliyan bibe, îdîa kir ku Tirkiye di mijara tinebûna rîska dagirkeriyê de 'îqna bûye'.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di dema serdana xwe ya Tûnisê de diyar kir ku wê ji gotinên xwe yên li ser "Divê hewldanên Tirkiyeyê veneguhere tevgera dagirkirinê" venegere. Macron got, "Ez ji gotinên xwe venagerim" û îdîa kir ku daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû dilê wî rehet kiriye.

Macron got, "Ji reaksiyona Wezîrê Karên Derve yê Tirk vê fêhm dikin ku operasyon tenê wê ji bo ewlekariya sînor be û Tirkiye ji pozîsyona heyî bi pêş ve neçe. Tê wê wateyê ku reaksiyona Tirkiyeyê wê hê bi pêş ve neçe. Lewma vê yekê dilê min rehet kir."

Emmanûel Macron roja Sêşemê piştî xwarina bi nûnerên gelê Ermenî, ji rojnameya Le Fîgaro re axivîbû û hişyarî dabû ku eger êrîşên Tirkiyeyê ji bo dagirkirinê be, 'ev yek we bibe pirsgirêkeke cidî'. Li dijî vê gotina Macron, duh ji Tirkiyeyê daxuyanî hatibû dayin û hatibû îdîakirin ku niyeta wan a dagirkirinê nîne.