Macron nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron ragihand ku bikaranîna Tirkiyeyê ya koçberan ji bo li Sûriyeyê qadekê ji bo xwe bide çêkirin, napejirînin.

Macron ê di çarçoveya şahiya 70’emîn a Konseya Ewropayê li Strasboûrgê axivî, rexneyên tûj li Tirkiyeyê kir. Marcon bal kişand ser zextên li ser parêzvanên mafên mirovan û dîsa li ser beşên rêgezên demokrasiyê diparêzin ên li Tirkiyeyê û diyar kir vî rengî ji rêgezên mafê mirov û hiqûqa dewletê dûr dikeve.

Macron destnîşan kir ku Tirkiye mijara koçber û penaberan weke amûreke zextê bikar tîne, anî ziman ku li ber van zextan ti carî serî natewîne.

Marcon bibîr xist ku divê Tirkiye li ser peymana berî 3 salan li hev kiribûn tev bigere û da xuyankirin hikûmeta AKP’ê ya bi karaîna koçberan a ji bo li Sûriyeyê qadekê ji bo xwe çêbike, napejirînin.