Maas li ser Efrînê rexne li Enqereyê kir, lê nehişt pê biêşe!

Berevajî Serokwezîr Angela Merkel ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi tundî şermezar kir, Wezîrê Karên Derve Heiko Maas rexne li Enqereyê kir, lê nehişt pê biêşe.

Siyasetmedarê sosyal demokrat Maas nîşan da ku di mijara Tirkiyeyê de wê bide ser şpa wezîrê karên derve yê beriya xwe Gabriel.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel duh di axaftina xwe ya serdema nû ya qanûndanînê de bal kişandibû ser dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve û bi tundî siyaseta talan û êrîşê ya dewleta Tirk rexne kiribû. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Heiko Maas li ser Efrînê bi nermkî rexne li dewleta Tirk kir.

Maas polîtîkaya derve ya hikumeta nû ya Merkel li Meclîsa Federal eşkere kir û li şûna ku dagirkeriya li Efrînê şermezar bike, bang li Tirkiyeyê kir ku 'li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere'. Maas got, "Divê jiyana gelê sivîl ê li Efrînê were parastin, berpirsyariyeke bi vî rengî ya Tirkiyeyê heye."

Maas banga "Efrînê bi rengekî mayinde dagir neke' li dewleta Tirk kir û got, "Eger dagirkerî mayinde bibe wê rewşeke nû derkeve holê ku li hiqûqa navneteweyî tê yan nayê. Tirkiye çi dike bila bike divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tevbigere, bi pîvan tevbigere."

Berevajî gotinên Maas, Serokê Koma SPD'ê Andrea Nahles gotibû, dewleta Tirk li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Nahles ku tê payin li şûna Martin Schulz bibe serokê SPD'ê, ji hikumeta federal xwestibû tedbîrên pêwîst bixe meriyetê.

Sigmar Gabriel ku li Elmanyayê weke wezîrekî rejîma AKP'ê dixebitî, li nava raya giştî weke 'çayvanê Erdoğan' dihate naskirin. Rêveberiya SDP'ê li şûna Gabriel, wezîrê berê yê edaletê Heiko Maas kir wezîrê karên derve yê hikumeta nû ya Merkel.