MÛB: Têkoşîna me ya azadiyê bila li gelê me pîroz be

Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê (MÛB) di 17’emîn salvegera avabûna xwe de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 18’ê Hezîrana 2000’an de Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê li çiyayê Bethnarînê hatiye avakirin û hat gotin ku, “Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê (MÛB) pêşengiya azadiya neteweyî ya gelên Suryan, Asûrî, Aramî û Keldanî dike.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku;

“Vê meşa me di nav gelê me de bi kêfxweş û bi hêvî hate qebûlkirin. Di sala 2000’î de di meha Hezîranê de kongreya me ya pêşîn li çiyayê Bethnahrînê hate kirin. Bi vê re jî pêşiya yekîtiya neteweyî hate vekirin û bingehê pêşengtiyê hate danîn.

Di 18’emîn salvegera tevgera me de em banga nivîsandina dîroka nû û nîşandana vînê li gelê xwe dikin.  Di heman demê de em bang li gelê xwe dikin ku  ji bo yekîtiya neteweyî gavan biavêjin. Bi baweriya ku em ê ligel gelên bindest jiyana demokratîk, wekhev ava bikin, em ê bi ser bikevin.

Avabûn û têkoşîna azadiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê li gelên me pîroz be.”