MŞD'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.

MŞD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Şoreşa Kurdistanê di 1’ê Mijdara 2014’an de dîrokeke nû nivîsand. Berxwedan û şoreşa Kobanê bû li dijî desthilatdariyê bû sembola demokrasî û mirovayetiyê.

Tevgera Azadiyê civaka Êzidî ji êrîşên hovane yên DAIŞ’ê rizgar kiribû. Piştî vê jî AKP û hevalbendê xwe, dîtin ku têk diçin û berê xwe dan Kobanê. Tişta ku li Şengalê bi dest nexistibûn dixwestin li Şengalê bi dest bixin. AKP û hevalbendên wê her dem digot, Kobanê dike bikeve lê gelê Kobanê serê xwe netewand û li hemberî êrîşên hovane berxwedaneke bêhempa kir û planên AKP û hevalbendên wê tasfiye kir. 1’ê Mijdarê li cîhanê bû roja şoreşa cîhanê.

Çawa ku Kobanê li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe parast û dîrokeke nû nivîsand, li Şengalê jî li ser paradîgmaya Rêber Apo dîrokeke nû hate nivîsandin.”