MŞD'ê ji bo meşa Dusseldorfê bang li civaka Êzidî kir

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) ji bo meş û mîtînga 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê li civaka Êzidî kir.

Bi wesîleya meş û mîtînga navendî ya 4'ê Mijdarê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) daxuyaniyek weşand û banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, em bang dikin ku têkoşîna li dijî siyaseta qirêj a faşîzma AKP/MHP'ê bê xurtkirin.

MŞD'ê bi taybetî bang li civaka Êzidî kir ku bi xurtî tevlî meşa 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê bibin.