Lokala NCDK a Orebro hat vekirin

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ku di meha Nîsanê de kongreya xwe pêk anîn û rêveberiya xwe ya nû hilbijartin, duh li hev kom bûn û kolana xwe ya nû vekirin.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ku di meha Nîsanê de kongreya xwe pêk anîn û rêveberiya xwe ya nû hilbijartin, duh li hev kom bûn û kolana xwe ya nû ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) vekirin.

Di merasîma vekirinê de bi sedan Kurdistanî amade bûn. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro Esma Kasim û Ridvan Altûn li vir peyivîn û der barê rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê de agahî dan.

Hevserokan dan xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdistanê dest bi şerekî topyekûn kiriye û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina piştgiriya ji bo Kurdistanê.

Kurdistaniyên di merasîmê de axivîn jî berxwedana li Cizîrê silav kirin û destnîşan kirin ku divê li hemberî AKP û dewleta Tirk, girseyên qelebalix bikevin nava tevgerê.