Lîvh: Şermezarkirina Tirkiyeyê têrê nake, boykot jî divê

Alîkara berê ya Şaredarê Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh got, "Divê mirov li ser boykotkirina Tirkiyeyê jî bifikirin; şermezarkirin têrê nake."

Alîkara berê ya Şaredarê Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh der barê bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin ji ANF'ê re axivî.

Lîvh anî ziman ku nêzîkatiya dewleta Tirk a li dijî partiyên Kurd û şaredariyên Kurdan her tim bi rengekî antî demokratîk bûye û hîn jî ev nêzîkatî didome.

Lîvh bi bîr xist ku hikumeta Tirk beriya 2-3 salan qeyûm li derdora 100 şaredariyan tayîn kiribû û got, "Lê belê mîna niha nerazîbûn nehatibû nîşandan. Nerazîbûna li dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê û tayînkirina qeyûman li şûna wan bû sedema nerazîbûneke mezin. Ahmet Turk ku ji wezîfeyê hate dûrxistin nîşaneya aştiyê ye. Sembola tevgera Kurd a demokratîk e. Dûrxistina wî ji wezîfeyê xwedî wateyeke mezin a sembolîk e."

Lîvh diyar kir ku nerazîbûna hêzên derve li dijî vê yekê bi têrker nebû û anî ziman, "Hikumetên demokratîk ên li Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê divê li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin. Dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên ku bi zêdeyî 50 ji sedî yê dengê gel hatin hilbijartin skandal e."

Lîvh bi bîr xist ku Tirkiye niha welatekî bernamzetê Yekîtiya Ewropayê ye û destnîşan kir, dema ku demokrasî ji holê hate rakirin divê ji bo parastina demokrasiyê ew bikevin nava liv û tevgerê.

Lîvh destnîşan kir ku êdî şermezarkirin têrê nake, pêwîstî bi tedbîrên berbiçav hene û got, "Divê mirov li ser boykotkirina Tirkiyeyê bifikirin. Ne bawerim ku welatên Yekîtiya Ewropayê vê bikin, lê belê hêzên demokrasiyê dikarin boykotê bikin. Nirxên exlaqî yên Ewropayê nîne. Çekan difiroşe Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê tûrîzm tengav dibe. Eger kampanyayeke xurt a boykotê bê kirin wê bandora xwe hebe."