Lîstik li Rojava zêde dibin
Lîstik li Rojava zêde dibin
Lîstik li Rojava zêde dibin
Li Rojavaya Kurdistan her roj pêşketinên mezin tê jiyan kirin û lîstikên li ser Rojavaya Kurdistan û deskeftiyê wê jî zêde didim. Ev jî hinek mebestê wê hene.
Îro Rojavaya Kurdistan ji bo Kurdan bûye mifta pejirandina mafê Kurd li cîhanê.
Her hêz li gora berjewendiyê xwe tevdigerin û rojane di warê textîkî de guhertinan dikin.
Herî dawî bi giranî li Efrînê, Til Temir û li Kobanî êrîşên komên çete li ser gelê Kurd, deskeftiyên Rojavaya Kurdistan hatin kirin û tên kirin.
Ya girîng ev Lîwaya Yûsif Li Ezma, Lîwaya Selahedîn yê girêdayî Partiya Azadî ya sekreterê wê Evdilhekîm Beşar e, li Efrînê li dijî Kurdan şer dikin. Û ev Partiya Azadî ya li dijî berjewendiyê netewa Kurd şer dike, PDK piştgiriya wê dike . Li gorî agahiyên cihê baweriyê herî dawî berpirsyarê yekemîn ya ketîbeya Selahedîn Bêwar Mistefa di şerê li Efrînê de birîndar bûye.
PDK bê biryara Hikumeta Herêma Kurdistanê deriyê Sêmalkê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistan girt û bi vê jî ne sekinî hêzên pêşmerge li ser sînor bi cih kir, ket aliyekî li dijî deskeftiyê Rojavaya Kurdistanê.
Berpirsyarê buroya ragihandina siyasî ya Partiya YNK’ê Ebdilrezaq ragihand ku, tu biryarên derbarê girtina sînorê Rojavayê Kurdistanê tune ne û got ku, ew wek YNK’ê piştgiriya girtina sînor bi tu şêweyekî nakin.
Li gorî çavkaniyek cihê baweriyê di navbera PDK û dewleta Sûriyeyê divan rojên dawî hevdîtinên di asta bilind hatine kirin. Li gorî vê çavkaniyê Elî Memlûk berpirsê ewlehiya dewleta Sûriyeyê berî demekî serdana herema Kurdistan kiriye û di peymanên aborî, hevkariya siyasî bi taybet diwarê Rojavaya Kurdistanê di gelek aliyan lihevkirine. Dîsan li gorî vê çavkaniyê, Endamê Polîtburoya PDK Azad Berwarî serdana Şamê kiriye. Niha pirsa bingehîn, ev hevdîtinên tên diyar kirin hatine kirin bi çi armancê ne?
Ger em hinek bûyerên dawî rêz bikin.
Destpêkirina merheleya rizgariya demokratik ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û guhertina siyaseta dewleta Tirkiye ji bo Kurdan, di Rojhilata Navîn pîvan û têkiliyên hêzan da guhertin. Hêzên berê ji bo berjewendiyê xwe heremê bi textîkî nêzîkî Kurdan bibûn dest ji vê siyaseta xwe berdan. Bi taybet li Rojavaya Kurdistanê.
Hevdîtina Obama û Erdogan rojeva wan ya bingehîn rewşa Sûriyeyê bû. Biryara Senatoya Amerîka perwerde kirina opozîsyona û çek dayîna Sûriyeyê encamê vê hevdîtinê bû.
Ji bo şerê li Sûriyeyê çareser bibe dîplomasiyekî tê meşandin. Ji bo cîvinekî li Cenewre pêkbê hewldan hene. Lê tê xuya kirin ku, opozîsyona Sûriyeyê lihev kirina Amerîka û Rûsya ya li ser mayîna Esad heta 2014’dan napejirînin. Jiber vê jî ji niha ve xuya ye ku ev civîn encamek li gel xwe nayîne.
Ketina Hîzbûlaha Lubnan bi fermî nava şerê Sûriyeyê û ketina pastarên Îranê ji bo parastina rejîma Esad rewşekî nû ye.
Li Sûriyeyê du hêzên ji aliyê Amerîka û pevpeymanê wê wek terorîst tên nav kirin û Cephet El Nesra û Hîzbûllah a Lubnanê di nava şer de ne, ev jî di berjewendiyê Amerîka de ye.
Hêza Artêşa Azad ya bi rastî ji bo Sûriyeyê Azad bike pir lewaz bûye û ev hêzên xwe wek hêzên dijî rejîmê şer dikin û xwe wek Artêşa Azad nav dikin piraniya wan ketine bin bandoriya Cephet El Nesra yê.
Ger em li ser van agahiyan rewşa siyasî bi analîzekî temam bikin. Hêzên Netewî ya Rojavayê Kurdistanê YPG û hêzên Asayîşa Rojavaya hatine ava kirin. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê him diwarê ewlehî, him diwarî perwerde, him aliyê aborî li ser bingeha biratiya gelên Rojavayê Kurdistanê meclisê xwe avakirine. Ev jî dihêle êrîşên li dijî deskeftiyê Rojavayê Kurdistanê zêde dibin.
PDK niha rolek dijî deskeftiyê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dilîze.
Hevdîtinê PDK bi serokê Ewlehiya Sûriyeyê Elî Memluk di çi astê de bi van êrîşa ve giridayî ye? Bi taybet êrîşên Efrînê. Gelo hevdîtinên bi vî rengî çiqas bi siyaseta PDK ya li dijî rejima Sûriyeyê ve û hevpeymaniya bi Amerîka, Tirkiye, Qetar û Erebistana Siûdî ve nakoke?
Îro Rojavayê Kurdistanê dibe hîmê Netewa Demokratîk. Xwe wek hêzekî sêyem binav dike û tevdigere. PDK piştgiriyê dide hinek partiyên Kurd yên, hêzên çekdar wek cephet El Nesra, komên çete û dewleta Sûriyeyê dixwaze ev xeta demokratîk ji bo hemû gelê Sûriyeyê têkoşîn dike têkbibin.
Di demek ku gelê Kurd ji bo yekîtiyekî siyasî bê çêkirin hewl dide, siyasetek wiha çiqas raste û xizmeta yekîtiya gelê Kurd dike?