Lîreyê Tirk dimire

Li bara dowîzê lîreyê Tirk dimire. Banga hilbijartina pêşwext jî bi kêr nehat, dolar li xwe zêde dike û lîreyê Tirk dimire.

Piştî ku serekê partiya nîjatperest a dewletê MHP’ê Devlet Bahçelî banga hilbijartina pêşwext kir dolar zêdetir bû. Beriya vê daxuyaniyê dolar 4.08 lîre bû û bi carekê re bû 4.1270.

Euro jî li bara lîreyê Tirk bû 5.1008. Borsaya Stenbolê 764 puan li xwe zêde kir û bû 111 hezar 451, bi banga hilbijartinê re bi carekê re li bin guhê erde ket. 2 ji 100’î li xwe kêm kir û bû 108 hezar 274.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan çavê xwe ji polîtîkayên zextê, dagirkirinê û komkujuyê re girt û ji hilweşîna aboriyê re gote, ‘ev êrîş e’. Erdogan got Sûriyê dikine hincet û êrîşa tînin ser aboriyê û wiha got: ‘Kes bi kura dowîz mowîzan nikare me kedî bike.’’

Daxuyanî û destwerdanên hikûmeta Tirk bikêr nayên û lîreyê Tirk ketiye zikratê. Li hêlekê dolar û Euro li bara lîreyan li xwe zêde dike û li hêla dî bêkarî zêde dibe. Li gel teşwîqên zêde yên hikûmetê jî Kanûna 2017’an rêjeya bêkariyê 10.04 bû û meha pêşî ya sala nû ev bû 10.08. Ev reqemên li gorî daxuyaniyên fermî ne û rewşa rastî ji vê gelekî zêdetir e.