Li Zongûldakê kana madenê teqiya: 2 kes mirin

Li Zongûldakê kaneke madenê teqiya. Di teqînê de 2 karker mirin, karkerek jî bi giranî birîndar bû.

Teqîn li bajaroka Gelîkê ya navçeya Kîlîmliyê pêk hat. Tê diyarkirin ku vê kana madenê qaçax e.

Piştî teqînê cenazeyê du karkeran ji kanê hate derxistin. Hate ragihandin ku karkerek jî bi giranî birîndar bûye.

Roja Sêşemê jî li Şirnexê jî kaneke komirê hilweşiyabû. Heta roja Çarşemê jî li karkerê bi navê Hasan Înal hatibû gerandin.

Li gorî Meclîsa Tendirustî û Ewlekariya Karkeran di meha Mijdarê de li Tirkiyeyê 126 karker li ser kar mirine. Di 11 mehên vê salê de jî ev hejmar 1606 e.