Li Zanîngeha Kocaeliyê li dijî xwendekarên muxalîf êrîş
Li Zanîngeha Kocaeliyê faşîstan, êrîşê xwendekarên mûxalîf kirin. Di zanîngehê de 47 xwendekar hatin binçavkirin.
Li Zanîngeha Kocaeliyê faşîstan, êrîşê xwendekarên mûxalîf kirin. Di zanîngehê de 47 xwendekar hatin binçavkirin.
Faşîstan êrîşî xwendekarên muxalîf yên di çayxaneya Kampusa Ûmûttepe ya Zanîngeha Kocaeliyê rûniştibûn kirin. Koma faşîst bi tekbîr dan û bi şûşeyan êrîşî xwendekaran kirin. Temaşekirina demekê ya polîs û hêzên ewlekariyê balkişand.
Di êrîşê de xwendekarek û endamekî ewlekariyê birîndarbûn û rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê.
Li Kampusê TOMA hatin cihkirin û 47 xwendekar hatin binçavkirin. Li zanîgehê alozî hê jî didome.