Li Zanîngeha Ege'yê êrîşa bi satoran

Li Zanîngeha Ege'yê êrîşa bi satoran

Li Zanîngeha Ege'yê komeke faşîst bi satoran êrîşê xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz kir.

Koma ku danê sibê êrîşî du xwendekarên jin kir, li ser destwerdana xwendekaran ji herêmê reviya. Lê danê nîvro komek ji 30 kesan ku di dest de sator hebû caerke din hatin zanîngehê û bi gotina "Em leşkerên Mûstafa Kemal in" êrîşî xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz kir.

Di êrîşê de endamê Genç-Senê Berkay Dûran ji serê xwe birîndar bû.

Tengezarî dewam dike.