Li Zagrosê çalakiya sekvaniyê: 3 leşker hatin kuştin

Li Zagrosê di encama çalakiyên li dijî çeperên artêşa Tirk de 3 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li Zapê 20’ê Nîsanê saet di derdorî 09:00’an de komekî gerîla li dijî leşkerên Tirk ên di çeperan de, çalakiyekî sekvaniyê lidar xistine.

Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Her wiha dîsa di çalakiyê de li çepera çeka A4 jî hatiye xistin. Hat diyarkirin ku di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêbûne,lê têkildarî jimarê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li herêma Zapê vê di saetên sibehê de jî Qerqola Girê Ortê hate hedefkirin. Di encama çalakiya gerîlayan a li dijî leşkerên Tirk hate lidarxistin de, kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk Girê Sor dan ber hewanan.