Li Zaandam û Gentê kongreyên Kurdan pêk hatin
Li bajarê Zaandam ê Hollandayê û bajarê Gent ê Belçîkayê, Kurdistaniyan kongreyên saziyên xwe lidar xistin.
Li bajarê Zaandam ê Hollandayê û bajarê Gent ê Belçîkayê, Kurdistaniyan kongreyên saziyên xwe lidar xistin.
Li bajarê Zaandam ê Hollandayê û bajarê Gent ê Belçîkayê, Kurdistaniyan kongreyên saziyên xwe lidar xistin.
ZAANDAM
Li bajarê Zaandam ê Hollandayê, 1. Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Mezopotamyayê pêk hat.
Bajarê Zaandamê, di navbera salên 1988-2007'an de ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê yek ji bajarên girîng bû. Kurdistaniyên li bajarê Zaandamê dijîn, demeke dirêj di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê xebitîn. Li ser daxwaza gel, di sala 2016'an de li vî bajarî careke din saziyeke Kurdan hat vekirin. Vê komunê heta Sibata 2017'an kar kir. Komuna Mezopotamyayê ya Zaandamê, kongreya xwe ya 1. pêk anî û bi vî rengî meclîsa xwe ragihand.
Di kongreyê de rêveberiya ji 23 kesan a meclîsê hat hilbijartin. Mûsa Taştan û Yûrda Yildirim jî weke hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.
GENT
Li bajarê Gent ê Belçîkayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, kongreya xwe ya 2. a asayî lidar xist. Kongre bi beşdariya 50 kesî, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Di destpêka kongreyê de şerê li Kurdistanê û rewşa giştî ya gelê Kurd hat nirxandin. Bal hat kişandin ser referandûma di 16'ê Nîsanê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bê kirin û bang li her kesî ku rêjeya dengê 'NA' zêde bikin û bi vî rengî pêşî li lîstikên dewleta Tirk ên ji bo tinekirina gelê Kurd bigirin.
Li dû nirxandina pêvajoya siyasî, raporên li ser karê siyasî û malî hatin xwendin. Piştî nirxandina van raporan, hilbijartin hat kirin û rêveberiya nû hat destnîşankirin.