Li Yewnanîstanê damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê bi sedan kesî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê salvegera damezrandinê ya PKK'ê bi coşiyekê hate pîrozkirin.  Ji hêla Navenda Çandê ya Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve pîrozbahiya ku hatî amadekirin, li hêwana Şaredariyê ya Lavrîoyê salvegera damezirînê ya PKK'ê ji hêla bi sedan Kurdistanî, rêxistinen çepgir û sosyalîst û dostên Kurdan ên Yewnanî ve hate pîrozkirin.

Li hêwanê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandarê mezin ê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û alayên PKK'ê, KCK'ê hatin daleqandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdan dest pê kir û pişre li ser navê rêxistin û saziyên Kurdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin PKK ya ku bûyî hêviya azadiyê bi serfiraziyê ve diçe, her wiha hate gotin bi hêviya ku Cejna Vejînê bibe sedema yekîtiya netewî.

Li ser navê PYD'ê û YNK'ê jî di axaftinan de giringiya yekîtiya netewî hate destnîşankirin.

Ji aktivîstên Konvoya Piştevaniyê Jacques Leleu ku ji Fransayê beşdar bûyî got, ''Em dixwaizn li cem Kurdan bisekinin.''

Piştî axaftinan koroya zarokan a Lavrîo û stranbêjên xwecih çûn ser dikê. Goven hate gerandin û têkilî dîroka damezirînê ya PKK'ê sînevizyon hate nîşandan.

Piştre stranbêj Berbang starand. Pîrozbahî bi reqsa ekîba Dansên Gel ên Girîtê û bi dirûşmeyan bi dawî bû.