Li Yewnanîstanê 'Însiyatîfa Efrînê' ava bû

Saziyên Kurdistanî û Yewnan ên li paytexta Yewnanîstan Atînayê li hev civiyan, "Însiyatîfa Efrînê" ava kirin û li gel plansaziya çalakiyan hin biryar standin.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û kuştina sivîlan bi destê artêşa Tirk a dagirker, civînek hate lidarxistin. Rêxistinên anarşîst, komunîst, çep, sosyalîst û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn.

Civîn li Nûnertiya PYD'ê ya Atînayê pêk hat û qisekeran xwestin, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê tavilê werin rawestandin.

Piştî nirxandina rewşê, "Însiyatîfa Efrînê" hat avakirin û hin biryar hatin standin.

Biryarên di civînê d hatin standin wiha ne:

- Însiyatîfa Efrînê bi pêşengiya UNÎCEF'ê li ser rewşa sivîlan û zarokan belavokekê amade bike

- Roja 8'ê Sibatê ber bi Konsolosaneya Rûsyayê ve meşek bê organîzekirin.

- Însiyatîfa Efrînê civînên xwe yên demî li dar bixe.