Li Yewnanîstanê 86 koçberên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
Li Wargeha Penaberan a Lavrionê 86 koçberan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li Wargeha Penaberan a Lavrionê 86 koçberan dest bi greva birçîbûnê kirin.
86 koçberên Kurd ên ku li Wargeha Penaberan a Lavrion a Yewnanîstanê dijîn, ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên li girtîhan, dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.
Di daxuyaniya ji aliyê Komîteya Wargeha Lavrion ve hatî dayîn de wiha tê gotin:
"Girtiyên siyasî yên ku li dijî faşîzma AKP'ê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê li berxwe didin, em heta dawiyê piştgirî didin berxwedana wan. Di destpêkê de, dawî lê anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êşkenceya li ser girtiyan, zext, sirgûn û qetlîam, dawî lê anîna oprerasyonên qirkirina siyasî û polîtikayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dawî lê werin, me dest bi greva birçîbûnê kiriye. Greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku di roja 63'an de ye, ketiye pêvajoyekî kritîk. Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê zindanan."
RÊZE ÇALAKÎ
Çalakiyên grevên birçîbûnê, di destpêkê de li paytex Atîna ji roja Pênçşemê, meş, belavkirina belavokan, serdanên sazî û komelayan, biryara çalakiyên cur be cur hate girtin. Pêwîste hemû kes xwedî li çalakiyan derbikevin.