Li Yewnanîstan û Elmanyayê çalakiyên ji bo Ocalan
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derveyî welat dewam dikin.
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derveyî welat dewam dikin.
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derveyî welat dewam dikin.
LAVRÎON
Li navçeya Lavrîon a Yewnanîstanê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek ahte lidarxistin. Çalakî li salona Şaredariya Lavrîonê pêk hat û ji Lavrîon û Atînayê gelek kes tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê, siyasetmedarê Kurd Kendal Semsûr, bi navê PYD-Yewnanîstanê Îbrahîm Muslim axivîn û qala berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava kirin.
Heyetek ji Navenda Giştî ya Syrîza, Rêveber û Serokên Rêxistina Syrîza ya Atînayê, nûnerÂen Rêveberiya Atînayê ya Partiya Laîkî, Komîteya KKE a Lavrîonê, Komeleya Karkeran a Îrgatesê, Tevgera Piştgiriya bi Penaberan re tevlî pîrozbahiyê bûn û peyam dan.
Koma Rojava û koma govendê di pîrozbahiyê de hunera xwe pêşkêş kirin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon veda.
Çalakî bi banga KOMAW'ê pêk hat û belavok hatin belavkirin. Ji şêniyên Hannoverê re qala rewşa Ocalan hate kirin.
Wekî din, Kurdistaniyên li Hannoverê dijîn xwe amade dikin ku roja 9'ê Mijdarê bi mîtîngeke girseyî otobusa 'Pirtûkxaneya Ocalan' pêşwazî bikin.