Li Yewnanistan, Tirkiye û Bûlgaristanê ji ber lehiyê gelek kes mirin

Li Tirkiye, Yewnanistan û Bûlgaristanê ji ber barana zêde lehî rabû. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Barana li rojavayê Tirkiyeyê li Stenbolê bû sedema lehiyê. Walîtiya Stenbolê diyar kir ku li Başakşehîr û Kuçukçekmeceyê 2 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî walîtiyê li Stenbolê av li hezaran mal û kargehan qewimî.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Alî Yerlîkaya jî diyar kir ku li kampeke li Kirklareliyê ya li ser sînorê Bûlgaristanê ye 4 kes winda bûne.

Li Yewnanistanê polîsan bajarê Volos, herêma Pîlîon a çiyayî û girava Skîathosê li çûn û hatinê qedexe kir. Ji ber barana zêde li Volosê kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî winda bûn. Tê texmînkirin ku kesên winda bûn li ber avê ketine.

Li herêma Pîlîonê jî çem fûriya û gelek wesayit li ber avê ketin. Her wiha pireke biçûk jî xera bû, gelek herêm bê elektrîk man.

Li Yewnanistanê bahoz piştî şewata daristanan a bi hefteyan rû da. Ji ber şewatê zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Bûlgaristanê jî Serokwezîr Nîkolay Denkov ragihand ku li peravê başûr ê Derya Reş ji ber bahozê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, sê kes jî winda bûn.

Her wiha çemê ku fûriyan, xisareke cidî dan rê û piran. Li herêmê her wiha elektrîk jî qut bûye.