Li Yemenê drama mirovatiyê mezin dibe
Li gor rapora ku UNICEF weşand, li Yemenê 500 hezar zarok bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
Li gor rapora ku UNICEF weşand, li Yemenê 500 hezar zarok bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
Li gor rapora ku UNICEF weşand, li Yemenê 500 hezar zarok bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
Weqfa Parastina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bal kişand ser rewşa zarokan a li Yemenê.
UNICEF: 500 HEZAR ZAROK DI SÎNORÊN BIRÇÎBÛNÊ DE NE
UNICEF, hişyar kir ku li Yemenê 500 hezar zarok bi awayekî xerab û kêm tên xwedîkirin û eger mudaxele neyê kirin wê ev zarok bi tehlûkeya birçîbûneke kujer re rû bi rû bimînin. Serokê UNICEF Anthony Lake di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de anî ziman ku li Yemenê pêşketina zarokan a zîhnî û fizikî di tehlûkeyê de ye, ji ber xwarina kêm dibe ku piraniya van zarokan jiyana xwe ji dest bidin.
Bernameya Xureka Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî jî di rapora Yemenê ya meha Tebaxê weşand de bal kişandibû ser krîza mirovî. Bernameya Xurek Cîhanê li Yemenê 13 mîlyon mirovên pirsgirêka gihiştina xwarinê, 6 mîlyonên ji van jî di bin şertên pir giran de dijîn rapor kiribû. Welatê herî feqîr ê cîhana Ereban, Yemen ji 26’ê Adarê 2015’an ve di pêşengiya Erebîstana Siûdî di bin bomberdûna koalîsyona Ereban de ye.
Yekîneyên Koalîsyonê dixwazin tevgera Hûsiyên Şîî ku di nav welat de bi bandor in, bisekinînin, serokê berê yê dewletê Abd Rabbuh Mansûr Hadî yê ji welat rewiyabû, careke din bînin ser desthilatiyê. Heta îro di encama bomberdûmana balafirên şer ên koalîsyonê de piraniya wan sivîl herî kêm 7 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da, ji 14 hezarî zêdetir kes jî birîndar bû.
Ketina rêxistinên alîkariyê ya welêt jî di asteke mezin de tê astengkirin. Neteweyên Yekbûyî ji salekê zêdetir li ser Hûsiyan ku wek tevgera Ensorûllah jî tên zanîn û alîgirên Hadî ji bo şerê hundir ên didome bisekinînin û çareseriyek polîtîk bibînin zextê dike.