Li YE konferansa Kurd destpê kir

Li YE konferansa Kurd destpê kir

Parlamentoya Ewropa ji 11. Konferansa Kurd re malovaniyê dike. Konferansa ku îro danê êvarî destpê kir wê bi sê rûniştinan bidome. Alimê olî Desmond Tûtû yê ji Afrîkaya Başûr got, “Ez ji bo Kurdan dûa dikim.”

Vekirina konferansê ji aliyê Hevseroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa Prof. Kariane Westrhem, Seroka Koma Çep a Parlamentoya Ewropa Gaby Zîmme û endamê Komîteya Rêveber a  KNK’ê Adem Uzun ve hat kirin.

Konferans bi rêzgirtina ji bo bîranîna Serokê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela yê sala buhrî jiyana xwe ji dest da û kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir. Di konferansê de Westrheim, peyama alimê olî yê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tûtû xwend.

TÛTÛ: EZ JI BO KURDAN DÛA DIKIM

Alimê olî yê ji Afrîkaya Başûr û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Desmond Tûtû peyamek şand, Tûtû got ku ji ber di civînê de ne amade ye xemgîn e û wiha dewam kir, “Di aliyê rûhî de ez ê li cem we bim. Dema me li hember Aparerdheid têkoşîn dida me piştgiriyeke zêde yê civaka navneteweyî digirt. Lewma ez piştgiriya  dostên li welatên din dijîn dizanim. Ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareeser bibe, ez dûa ji Xwedê re dikim. Ji bo piştevaniya we spas, em hêvîdar in di demeke nêz de Birêz Ocalan azad bibe û weke Mandela di nav civakeke asayî de rola erênî dewam bike. Xwedê bi we re be.”

Seroka Koma Çep a YE  Gaby Zîmmer jî, diyar kir ku dîrokçeyeke vê konferansê heye, divê ji bo pirsgirêka Kurd a beşdar nîqaş dikin çareseriyeke aştiyane, demokratîk bê dîtin.

Zîmmer, paşê peyama Serokê PE Martîn Shulutz xwend.

Endamê Komîteya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun jî di axaftina xwe de got ku eger Tirkiye jidil be wê Kurdan wek civak û neteweyekê qebûl bike.

Uzun diyar kir ku êdî firsenda ku AKP mijûlkirinê bike nemaye. Uzun têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê agahî dan.