Li Xuremabada Îranê du kesên din jî hatin darvekirin

Li Xuremabada Îranê du kesên din jî hatin darvekirin

Serê vê sibehê rejima Îranê du kesên bi hinceta bikar anîn û bazirganiya madeyên hişber, li zindana navendî ya bajarê Xuremabadê li sêdarê dan.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin,fermandarê hêzên asayişa Loristanê Serdar Elî zade ragehandiye: “Piştî cezayê du kesan ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê ve bihinceta ku bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber herwiha hilgirtina 2189 gr madeyê hişber hate erê kirin, vê sibehê 2’ê Tirmehê li zindana navendî ya Xuremebadê bi amadebûna dadger hatin darvekirin.”

Hêjayî gotinê ye ku bi hatina serok komarê nû yê Îranê Hesen Rohanî bihincetên cûda cezayên darvekirinê zêde dibin. Vê rewşê jî fikarên rêxistinên mafê mirovan ên Îran û rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî de zêdekirin.