Li Xîzanê 11 kes hatin girtin
Li Xîzanê 11 kes hatin girtin
Li Xîzanê 11 kes hatin girtin
Li Xîzanê, ji 14 kesên duh di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 11 jê hatin girtin.
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê duh ber bi sibehê li dijî gelek malan serdegirtin pêk hat û di serdegirtinan de ji 14 du kes li Midûriyeta Polîsan hatin berdan û 12 kes jî birin Edliyeyê. Piştî girtina îfadeya wan kesek hat berdan û 11 kes bi sûcdariya ku propagandaya rêxistinê kirine hatin girtin û birin girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.