Li Xirvatistanê êşkence û dersînorkirina penaberên Kurd

Komeke penaberên Kurd ku li Xirvatistanê hatin girtin, êşkence li wan hate kirin û tê xwestin ku wan bişînin Tirkiyê. Hate gotin rewşa yekî jê giran e.

Li gorî agahiyan komeke penaberên Kurd ku ji 10-15 kesan pêk tê, ji hêla hêzên leşkerî yên Xirvat ve hatine girtin û ew birine girtîgeha ku 10 km dûrî Zagrebê ye.

Yek ji kesê ku nexwestî navê xwe bide diyar kir, êşkence li wan hatiye kirin.

Piştre dema ku birin konsolosxaneya Tirk di wesayitê de êşkence li penaberên Kurd hate kirin, penaberan belgeyên ku li konsolosxaneyê danîne ber wan îmze nekirin.

Li ser vê hate gotin li konsolosxaneyê êşkence li penaberên Kurd hatiye kirin.

Hate diyarkirin ji ber êşkenceya ku li wan hatî kirin penaberek rakirine nexweşxanê û rewşa wî giran e. Hate diyarkirin penaberê navborî kesekî ku li Fransayê mafê rûniştinê standiye.

Saziyên Xirvat dixwazin penaberan bişînin Tirkiyê. Nayê zanîn bê ka penaber li kû ne û rewşa tendiristiya wan çilo ye.,