Li Wîesbaden û Marsîlyayê meşên 10'ê Kanûnê
Li bajarê Wîesbaden ê Elmanya û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Wîesbaden ê Elmanya û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Wîesbaden ê Elmanya û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
WÎESBADEN
Li bajarê Wîesbaden ê Elmanyayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê meşek hate lidarxistin. Meşê ji ber HBF a Wîesbadenê dest pê kir û heta ber avahiya Parlamentê dewam kir.
Li ser navê HDK-Ewropa siyasetmedarê Kurd Mehmet Emîn Yildiz li çalakiyê axivî û got, "Dewletên di 10'ê Kanûna 1948'an de mohra xwe danîn binê vê peymanê, li gorî peymanê tevnegeriyan. Mafên hebûn, jiyanê û azadiya mirovên xizan, nasname û baweriyên cuda binpê kirin. Komkujî û şer ji nedîtî ve hatin."
Yildiz bal kişand ser komkujiyên dewleta Tir li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û bajarên din ên berxwedana xwerêveberiyê kir û got, "Cîhanê tenê li van êrîşên bêrehm ên faşîzma AKP'ê temaşe kir. Dema ev komkujî dihatin kirin, dema mirov li jêrzemînan bi saxî dihatin şewitandin, van welatan dengê xwe dernexistin û ev komkujî erê kirin. Her wiha desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji nedîtî ve hatin."
Yildiz girtina parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên bi dengê bi mîlyonan mirovî hatine hilgirtin bibîr xist û got, "Dem dema yekîtiyê ye. Her kes neçar e di nava yekîtiyê de tevbigere. Yên di nava vê yekîtiyê de cih negirin, ew alîgirê AKP'ê ne."
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê meşek hate lidarxisitn. Di vê meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Her wiha dewleta Tirk a ku li Kurdistan û Tirkiyeyê mafên mirovan binpê dike, hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dirûşma "Ji Ocalan re azadî" hat qîrîn.
Çalakgeran gotin, ew ê ji bo azadiya Ocalan her roj li qadan bin.