Ciwanên Kurdistanî ên li bajarê Weîl am Rheîn ê Elmanyayê, polîtîkayên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê li Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin, kampa AFAD’ê ya li Teroyan jî protesto kirin. Polîsên Elman êrîşî çalakiyê kirin, 5 ciwan girtin binçavan.
ANF
WEIL AM RHEIN
yekşem, 29 gulanê 2016, 14:18
Ciwanên Kurdistanî ên li bajarê Weîl am Rheîn ê Elmanyayê, polîtîkayên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê li Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin, kampa AFAD’ê ya li Teroyan jî protesto kirin. Polîsên Elman êrîşî çalakiyê kirin, 5 ciwan girtin binçavan.
Ciwanên Kurdistanî yên li bajarê Weîl am Rheîn ê Elmanyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên AKP/Qesrê li ser gelê Kurd dimeşîne li ber Sparkasse çalakî li dar xistin. Di çalakiya ku rêxistinên çep ên Elman jî pişgirî danê de, ciwanan pankarta, “Hûn dikarin kulîlkan birûçikînin, lê nikarin hatina biharê asteng bikin” a ku wêneyên Ûlrîche Hoffman, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan li ser bû hilgirtin.
Di çalakiya ku rastî eleqeyek mezin a Elmanan hat de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Kurdistanê” hatin berzkirin.
Ciwanan her wiha têkîliyên Merkel-Erdogan jî şermezar kirin, dirûşmeyên “Elmanya panzera xwe ji welatê min bikşîne”, “Merkel Fînanse Dike, Erdogan Bombe Dike” qîr kirin.
Di çalakiyê de polîsên hewl dan çalakiyê asteng bikin, êrîşî ciwanan kirin. Ciwanên ku 3 saetan li ber xwe dan, bi derbkirina polîsên Elman hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin, piştre hatin berdan.