Li Wargehê konê Piştgiriya Rojava
Li Wargehê konê Piştgiriya Rojava
Li Wargehê konê Piştgiriya Rojava
Bi duruşmaya Roj Herikandina Rojavaye, Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî ji aliyê Komala Ciwan ve konê piştgiriya rojava hat vekirin.
Li Wargeha Mexmûrê ji bo piştgiriya Gelê Rojava konê alîkariyê şevê din hat vedan. Kon dê di 25-26-27’an de vekirî bimîne û nobet bê girtin. Di 27’ê Tebaxê de jî Komalê Ciwan bi Tev-Çanda re wê bi mîtîngekî dewî li çalekiyê bînin. Di nava van sê rojan de bi fîlim, şano, muzik panel û hwd were domandin.
Endama Komala Ciwan Fatma Uren axivî û diyar kir ku beriya her tiştî şoraşa rojava silav dikin û wiha got: "Em di serî de êrişên ser rojava şermezar dikin û şehîdên xwe bi bîrtînin. Dîsa em berxwedana Rêberê xwe ya li kurdistanê û hêmanê jiyana azad silav dikin, girêdana xwe ya bi wî re tînin ziman. Weke hûn jî dizanan di serî de li dijî gelê me yê rojava û hemû welatê me nirxên ku hatine avkirin êrişên pir mezin hene, dixwezin welatê me bikin qada şer. Her çiqa Rojavayê Kurdistanê qadek biçûk be jî, hemû demê bûye alîgirê têkoşîna azadiya gelê kurd. Gelê me yê Rojava ji bo jiyanek azad û Sûriyeyek demokratîk hemû demê di nava têkoşinê de ye. Hemû demê em ê li ser linaga bin. Em ê têkoşîna vê bidin. Rojava di têkoşîna demokratîk a gelê me de xwedî girîngiyek statejîk e, her wiha em ê bibin perçeyek têkoşîna li wê derê tê meşandin. Li dijî hêzên ku ji her alî çeteyan tînin û li ser gelê me didin êrişkirin. Li gel têkoşîna gelê me yê rojava cihgirtinê em weke mijara şeref û kerametê dibînin. Ev çalakî ji bo me weke destpêkekiye."
Piştî daxuyaniyê fîlima bi navê Qurban ku li mexmûr hatibû çêkirin hat temaşekirin, bi pêşbirk û muzikê çalakî hat dewamkirin. Di navbera ciwana de pişbirka zanistê hat li darxistin. Pirsên ku hatin kirin ji hemû li ser Rojavayê kurdistanê bû. Sê roja wê şev û roj li çadirê nabeta piştgiriya rojava were girtin.