Li wargeha penaberan a li Elmanyayê şewata bi guman: 21 birîndar

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, li salona ji penaberan re hatibû veqatin şewat derket. Di şewata ku herî kêm 21 penaber jehrî bûn de, hate diyarkirin ku pêşî li karesatek mezin hatiye girtin.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, li salona ji penaberan re li rex qada fûarê hatibû veqatin şewat derket. Di şewata ku herî kêm 21 penaber jehrî bûn de, hate diyarkirin ku pêşî li karesatek mezin hatiye girtin.

Li hangara mezin a rex fûara Drûpa ya li Dusseldorfê, nêzî 282 penaberên Sûriyeyî, Iraqî û Afganîstanî bi cih bibûn. Îro danê nîvro li hangarê şewat derket, bi destwerdana îtfaiyeyê ve agir hate temirandin.

Dema şewatê de hate ragihandin ku nêzî 130 penaberî di hundir de bû û ji van 21 jî ji dûmanê jehrî bûne.

Hê nehatiye diyarkirin ku bê ka agir ji ber agirpêxistinekê an jî qezayek teknîkî çêbûye. Wezîrê Karên Hundir ên Eyaleta Nordrhein-Westfalen Ralf Jager da xuyakirin ku wê penaberên li hangarê diman bişînin wargehên din ên li eyaletê.