Li Wanê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi lez dewam dikin
Manzetên HDP’ê û rêxistina HDP’ê ya navçeya wanê ji bo xebatên hilbijartinê bê navber kar dikin. Xebat îro li Ertemêtan, Qelqelî, Îpkekyolû û Peyîzava bi girseyî dom kirin
Manzetên HDP’ê û rêxistina HDP’ê ya navçeya wanê ji bo xebatên hilbijartinê bê navber kar dikin. Xebat îro li Ertemêtan, Qelqelî, Îpkekyolû û Peyîzava bi girseyî dom kirin
Jin eleqeyeke mezin nîşanî xebatên hilbijartinê yên li navenda wanê û navçeyên wê dide. Namzetên HDP’ê yên ku her cihê diçeyê bi coşek mezin tên pêşwazîkirin, bi gel re daxivin û nêrînên gel digirin.
ERTEMÊTAN
Namzetên HDP’ê Mûratî Sarisaç, li gel hevşaredara Ertemêtanê Rojbîn Çetîn a ji aliyê qeyûm ve hate dagirkirin, serdana esnafan kirin û bi wan re sobhet kirin.
QELQELÎ
Piştî nasandina namzetan a li Qelqeliyê û şûnde di saetên şevê de aktivîteyek hate lidarxistin. Di aktivîteya hate lidarxistin de namzetên HDP’ê bi gel re civiyan. Namzeta HDP’êy Wanê Muazzez Orhan bi welatiyên gundê Memetalan a Qelqeliyê re civiya û bi wan re axivîn.
ÎPEKYOLÛ
Namzeta Parlemeteriyê ya HDP’ê ya Wanê Mukaddes Karakoçan li gel Rêveberên navçeya Îpekylûyê çûn serdana esnafa Sûka bin erd a Aydin Talay a li Beşyolê û pirsên esnafan bersivandin.
PEYÎZAVA
Hevseroka HDP’ê yê wAnê Yadîşan Kakabûlak li gel namzetên HDP’ê yên Wanê Badîa Ozgokçe Ertan hevşaredar Yildiz Çetîn a qeyûm hate wezîfedarkirin li şûna wê li gundên navçeya Peyîzava xebat kirin. Di xebatan de jinan eleqeyek mezin nîşan dan.