Li Wanê û Agiriyê panîka vîrûsa koronayê
Her çendî desthilata AKP-MHP’ê bîne ziman ku ‘ewlekarî girtine, li Tirkiyeyê vîrûsa koronayê nîne’ bûyerên li Wan û Agiriyê rû didin berovajî vê ne.
Her çendî desthilata AKP-MHP’ê bîne ziman ku ‘ewlekarî girtine, li Tirkiyeyê vîrûsa koronayê nîne’ bûyerên li Wan û Agiriyê rû didin berovajî vê ne.
Li Wan û Agiriyê ku nêzî deriyên sînor ên Îranê ne, panîka vîrûsa koronayê heye. Her çendî Wezareta Karê Nundir û Wezareta Tenduristiyê têkildarî mijarê bîne ziman ku li Tirkiyeyê vîrûsa koronayê nîne û ewlekariyên pêwîst hatine girtin jî di rojên dawî de bûyerên li Wan û Agiriyê rû didin şewba vîrûsê li van bajarn hene bi awayekî baş radixe ber çavan.
Heta niha li deriyê sînor ê Gubûlak a li navçeya Bazîd a Agiriyê 650 mes bi gumana vîrûsa koronayê tên dermankirin. Bi taybet 14 ajokarên tiran ên ji Îranê hatine teşhîsa vîrûsa koronayê hatine girtin. Ev kesên piranî ji Îranê hatine xwedî nasnameya TC’ê ne. Ev kes rakirin Nexweşxaneya Bazîd a Yenîşehîrê. Li deriyê sînor ê Gurbûlakê kon hatine vedan. Nêzî 700 ajokar li aliyê Îranê asê mane.
Di saetên danê nîvroyê de dîsa li deriyê sînor ê Gulbûlakê tevgera ambûlansan hebû. Kesek dema ji Îranê vedigeriya Tirkiyeyê bi rêya kamereya termal taya wî pir hebû hate xuyakirin. Bi ambûlansa hate ber derê sînor endamên tenduristiyên yên bi amûrên taybet xwe pêçabûn kesên mûayenekir rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Bazîdê.
Deriyê sînor ê Gurbûlakê hefteya borî ji aliyê hikûmetê ve hatibû girtin.
Yek ji navendên din ê bi sînorê Îranê re cîran Wan e. Li Wanê jî panîkek mezin heye. Tevî hefteya borî deriyê sînor hatibe girtin jî, li Wanê ji ber vîrûsa koronayê nexweşxaneya leşkerî veguherandin nexwşexaneya karantînayê. Gumanbarên heyî li vir dixin karantînayê, qata 3,4,5 ên Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêma Wanê jî weke herêmên karantînayê hatine îlankirin.
LI WANÊ MASKE NEMANE, KETINE BAZARA REŞ
Ji ber vîrûsa koronayê kirîna maskeyan a li Wanê pir zêde bûye. Maskeyên ku berî niha li bazarê bi 5 TL’an bû, ji ber panîka vîrûsê bi 150 TL’an tê firotin. Maskeyên ku ketiye bazara reş, li ser kolanê jî tên firotin. Wanî hewl didin ji malê dernekevin, navendên kar ên mezin hatin valakirin. Li Wanê gekek esnaf ji ber vîrûsa koronayê dikanên xwe girtin.
SES: HER KÊLÎ DIBE BÛYERÊN NÛ DERBIKEVIN
Seroka Şaxa SES a Wnê Fîgen Çolakoglû têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha li Wanê bi fermî nehatiye tesbîtkirin ku kesek bi vîrûsê ketiye, ji ber ku Wan bi deriyê sînor ê Îranê re cîran e ji bo wê her kes neçare tetbîran bigire û got: “Em neçarin tetbîran bigirin. Nexwexaneya leşkerî di asta pîlotbûnê de ye. Li ser sînor nexweşxaneya sahra hatiye vekirin. Li wir mirov tên lêgerîn, kesên bi guman tên cudakirin. Bi fermî hata niha ti tesbîtek nîne. Agahiya ku kesek bi vîrûsê jî ketibe nehatiye. Şanê çûna me ya nexweşxaneya Sahra jî tine Ji ber ewlekarî û îzalasyonê em nikarin biçin. Her kesê taya wî hebe nikarin bixin karantînayê. Ne tenê li Wanê li gelemperiya welat panîka vîrûsê heye. Wezaretê dibe neragihandibe, lê ev nayê wateya ku wê nebe. Xwedî taybetmendiyeke veguhêzîner e. Her kêlî dibe mirov pê bikeve.
NEXWEŞ JI DERIYÊ PIŞTÊ YÊ NEXWEŞXANEYÊ DIREVÎNIN
Li aliyê din li gorî agahiyên ji Nexwexaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêma Wanê hate girtin, hinek tişt di kamyonan de tên veşartin derdikeve holê. Gelek kesên bi gumana bi vîrûsa koronayê ketine, ji deriyê piştê yê nexweşxaneyê direvînin û dibin nexweşxaneya leşkerî.