Li Wanê pergala mayinde ya zextê
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ozgur Zeydanoglu got Wan û partiya wan bi polîtîkayeke taybet dor lê hatiye pêçan û pergaleke mayinde ya zextê hatiye danîn.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ozgur Zeydanoglu got Wan û partiya wan bi polîtîkayeke taybet dor lê hatiye pêçan û pergaleke mayinde ya zextê hatiye danîn.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ozgur Zeydanlioglu got bi hevkariya AKP-MHP’ê re li dijî hemû derdoran cihêkariya sistematik tê kirin, pergala zextê hatiye danîn û diyar kir ji vê pergala zextê herî pir HDP karîger dibe û li Wanê ev bi rengekî hê resentir tê bicihanîn.
Zeydanlioglu got ji 2016’an û vir ve li hemû deverên vekirî her cure xebat bi biryarên Walî serê 15 rojan têne qedexekirin, diyar kir AKP dikare stantanan veke, bîlboardan daleqîne lê ji bo wan qedexe ye, her wiha diyar kir AKP li kolanên herî şên û berbiçav mîtÎngan dike lê ew nikarin mîtîngan bikin, gelek caran li kuçeya avahiya partiya wan jî dema ku dixwazin daxuyaniyê bidin polis êrîşê tînin ser wan, hemû xebatên wan têne krîmînalîzekirin.
Zeydanoglu her wiha got rêveber û xebatkarên partiya wan bi rengekî neheq têne girtin û got, ‘’Hevalên li Meclîsa Ciwanan bi wesayitên bi plakayên qelp hatin revandin, gef li wan hate xwarin û şantaj li wan kirin. Gilih jî tiştek ji wan dernakeve. Bi qutebirî zext û zordariyeke zêde li ser me heye lê dîsa jî partiya herî çalak û dinamik a bajêr ew in. Em bi gelê xwe re têkoşîna demokrasiyê didomînin. Bi zext û zordariyan nikarin me asteng bikin. Bi fedekariya hevalên me di nav van şertên dijwar de jî têkoşîna xwe ya demokrasiyê didomînin.
Zeydangolu her wiha got gelê Wanê ji salên 90’î ve meyla xwe li ser rêça siyaseta demokratîk e, qet ev neguheriye, li her deverê gel bi dilgermî pêşwaziyê li wan dike.