Li Wanê dayikan tecrîd protestokirin

Dayikên li Wanê, ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan li Parka Bajar çalakiya rûniştinê kirin.

Dayikan ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 200 roj in didomin, li Parka Bajar a Wanê maş û çalakiyeke ya rûniştinê pêk anîn.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yadîşen Karabûlak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Ayla Tarhan û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) destek dan çalakiyê.

Li vir li ser navê dayikan daxuyaniyek hate dayîn û ev hate gotin: “Zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Cîhan tev bêgendin û li hemberî vî sûcî bêdeng in. Divê her kes destê xwe dane ser wijdana xwe û çareyek bibîne. Em edaletê dixwazin. Divê CPT erka xwe pêk bîne. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. “