Li Wanê AKP'ê darbe li çand-hunerê kir
Navenda Çandê Nûda ku di bin banê Şaredariya Mezin a Wanê de xebat dikirin 3 li herêmê mezintirîn navenda hunerê ya Wanê bû, bi BHQ'yê hate girtin û xebatkar ji kar hatin kirin.
Navenda Çandê Nûda ku di bin banê Şaredariya Mezin a Wanê de xebat dikirin 3 li herêmê mezintirîn navenda hunerê ya Wanê bû, bi BHQ'yê hate girtin û xebatkar ji kar hatin kirin.
Navenda Çand û Hunerê Nûda ku 2010'an ji hêla Şaredariya Wanê ve hatibû danîn û 27'ê Mijdara 2013'an dest bi kar û xebatên xwe kiribû ne tenê navenda çand û hunerê ya Wanê lê li herêmê jî mezintirîn navend bû. Li navendê kursên govendê, tembûr, gîtar, keman, erbana, bilûr, sînama, wêne, peykertraşî, şano û hwd. Dihatin dayin. Heta niha nêzî 500 kesî li navendê ders wergirtibûn û ders bi Kurdî bûn. Li navendê di heman demî de dersên Kurdî jî dihatin dayin.
Nûda ne tenê kurs nedida her wiha xwedî bernameyên dewlemend jî bû. Festîvalên çand û hunerê, festîvanên fîlman reng dida jiyana Wanê. Li Wanê çar demsalan bernameyên cihê yên hunerî dihatin nîşandan.
DAWÎ LI KARÊ 49 KESÎ ANÎN
Piştî ku qeyûm hate ser şaredariyê dawî li karê bi sedan kesî anîn. Li gel ku 2 sal mabûn ku peymana wan biqede jî bi girtina Nûda re dawî li karê 49 kedkarên hunerê yên Nûda jî anîn.