Li Wanê 26 saziyên civakî ji bo grevên birçîbûnê daxuyanî dan

Li Wanê 26 saziyên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar ji bo grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan û li gelek bajaran didome, banga bihestyariyê kirin.

Li Wanê 26 saziyên civakî yên sivîl derbarê grevên birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin û li hemû girtîgeh û bajarên cîhanê hatine belavkirin, deklarasyoneke hevpar dan.

Van saziyan deklarasyona hevpar dan: TÛHAY-DER, DTK, Egîtîm-Sen, Tum Bel-Sen, Yapi-Yol Sen, Habersen, SES, Tarim Orkam Sen, BES, BTS, OHP, TÎHV, MEYADER, TJA, DÎSA DER, HDP, DBP, EMEP, ESEP, ÎOP, DÎSK, Odeya Tabîban a Wan Colemêrgê, ÎHD Wan, TÎP, TMMOB û ÇEV-DER.

Endama KCD’ê Star Guneş deklarasyona hevpar eşkere kir. Guneş diyar kir ku rewşa çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ketiye asteke krîtîk û got ku, “Em careke din bi bîra raya giştî ya Tirkiyeyê dixînin ku tu tişt ji jiyana mirovan ne pîroztir e.”

Guneş diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye tecrîdeke mûtlak û bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye li gorî zagonên xwe jî tevnagere.

Guneş diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan li girtîgehan di 1’ê Adarê de 7 hezar girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Guneş got ku,”Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku ji bo tendirustiya Leyla Guven û ya çalakgerên greva birçîbûnê nekeve xetereyê, divê gav werin avêtin. Em alîgirê jiyanê ne û mafê jiyînê diparêzin.”