Li Viyanê Kemal Pîr hate bibîranîn: Pratîk û teoriya wî ji bi hêz bû

Yek ji damezrînerê PKK’ê Kemal Pîr û hevalên wî li Viyanaye hatin bibîranîn.

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê bi boneya salvegera şehadeta Kemal Pîr ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê bû, ew û hevalên xwe hatin bibîranîn.

Di merasîma bibîranînê de ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêkhatî de hevalê Pîr qala bîranîn û têkoşîna wî kir. Hevalê Pîr diyar kir ku hê di demê komê de ji axaftinên Pîr bi bandor bûye û tevlî Tevgera Azadiyê bûye û wiha got; “Kemal Pîr weke teoriya xwe di pratîka xwe de bi hêz bû di heman demê de hevalekî fedakar bû. Di nava hevalên xwe de gelek dihat hezkirin û rêz jê re dihate girtin.  Di sala 1976’an de li Zanîngeha Hacettepeyê  Fevzî Aralantaş ê ji Pirsûsê ku di heman demê de ji Koma Rizgarkirina Gel derket û xwest tevlî Apogeran bibe ji aliyê faşîstan ve hate kuştin. Cenazeyê wî xwedî lê hatibû derketin û ji ber serdegirtina di cenaze de Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş jî di nav de nêzî 90 kes hatibûn girtin. Di deman binçavkirinê de êşkence li Kemal Pîr dikirin û di wê demê de jî Pîr moral dida hevalên xwe û pêşengtî ji wan re dikir.”

Merasîm bi pirs û bersivan bi dawî bû.