Li Viyanayê merasîma bîranînê: Têkoşîna şehîdan wê bi ser bikeve

Cangoriyên li Qereçox û Reqayê jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo cangoriyên li Qereçox û Reqayê jiyana xwe ji dest dan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke bîranînê lidar xist. Tevî xizmên şehîdê Qereçoxê Hakî Yûsûf (Hakî Bagok) û Mahmût Îbrahîm (Şoreş) ê li Reqayê jiyana xwe ji dest da, gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bûn.

Apê Mahmût Îbrahîm li vir axivî û diyar kir, têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê tê dayîn têkoşîneke pîroz e û dişibe têkoşîna Hz. Alî. Îbrahîm got, "Têkoşîna şehîdan wê teqez bi ser bikeve."

Pismamê Hakî Yûsûf jî got, "Hakî ji malbateke welatparêz e. Navê xwe ji Hakî Karer girtiye. Kekê wî di nava refên gerîla de li Çiyayê Bagokê şehîd bû. Û Hakî piştî tevlî nava YPG'ê bû navê Hakî Bagok li xwe kir."

Nûnerê PYD'ê jî destnîşan kir, ku hewldan û êrîşên ji bo fetisandina Şoreşa Rojava tên kirin, wê bê encam bimînin.

Di merasîma bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û li helbesta Hakî Yûsûf a li ser Fermandar Rûbar Qamişlo yê jiyana xwe ji dest dan nivîsî û xwendibû, hate guhdarîkirin.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.