Li Viyanayê çalakiya ‘Ji Ocalan Re Azadî’

Li paytext Viyana ya Awûstûyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya ku hefteyeke dom dike, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Li Qada Albertîna ya yek jî rêya herî qelebalix a Viyanayê ye, çalakiya standa agahdarkirinê ya ku hefteyeke bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiribû, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Di axaftinên mîtîngê de hate kirin, bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan, rewşa Kurdistan û Tirkiyeya niha têre derbas dibe. Her ku diçe êrîşên dijminahiyê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê zêde dibe. Çalakgeran, bang li welatparêzên li Ewropayê dijîn dikirin, diyar kirin ku di vê pêvajoyê de divê her kes xwedî li gelê Kurdistanê derkeve û li dijî qirkirin, talan û qirkirina çandê ya li ser Kurdan rewa dibînin, têkoşînê bilind bike.