Li Viyana û Melboûrne çalakiya destekê ji bo Dayikên Şemiyê
Li paytexta Avûstûryayê Viyana û bajar Melboûrne çalakiyek bi mebesta desteka li çalakiyan Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê hate kirin.
Li paytexta Avûstûryayê Viyana û bajar Melboûrne çalakiyek bi mebesta desteka li çalakiyan Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê hate kirin.
Gelek kesên ku li meydana Stephansplatztayê ya navenda Viyanê civiyan, bi Elmanî û Ingilizî pankartên bi nivîsa, ‘’Zarokên me li kû ne’’, ‘’Nebedîkirin sûcê li dijî mirovahiyê ye’ vekirin. Her whia wêneyên kesên ku dema destgîrkirinê hatin nebedîkirin hildan.
Di çalakiyê de peyama Komeleya Mafê Mirovan a Şûbeya Stenboê hate xwendin, belavokên bi Ingilîzî û Elmanî li gelê derdorê hatin belavkirin. Çalakî saeat 11.00’an dest pê kir û saetekê domand.
Li bajarê Melboûrne yê Awûstûryayê jî bi heman armancê çalakiyek hate kirin. Endamên Bloka Aştî û Demokrasiyê li pêşiya pirtûxaneya eyaletê kom bûn. Li vir dowîzên ‘Baweriya min bi dawî nebû, hêviya min neqediya, berxwedana min kêm nebû, neçilmisîn qûrnefîlên min, bidawî nebûn rawestana min’.
Di çalakiya çîrokên windayan hate xwendin de, bi Îngîlîzî û Tirkî helbest hatin xwendin. Axaftin hatin kirin.Mîna Dayikên Şemiyê yên her hefte li Qada Galatasarayê li Melboûrneyê jî qûrnefîl û finda hatin pêkirin, wêneyên windayan hatin bilindkirin.