Li Viyanayê çalakiya ciwanên Kurd

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komek ji ciwanên Kurd, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, çalakiyeke demokratîk pêk anîn.

Çalakî li kolana Marîahîlfe ku yek ji kolanên herî qelebalix ên Viyanayê ye, hat lidarxistin.

Di çalakiyê de alên PKK, KCK, PYD û wêneyên Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike", "Kujer Erdogan" û "Bijî berxwedana YPS'ê" hatin qîrîn.

Ciwanan di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok belavkirin. Ciwanên Kurd bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê çalakiya xwe qedandin.