Li Viyana, Den Haag û Amsterdamê ji bo azadiya Ocalan çalakî didomin
Çalakiyên Nobedê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatin destpêkirin, dewam dikin.
Çalakiyên Nobedê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatin destpêkirin, dewam dikin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarên Den Haag û Amsterdam ên Hollandayê çalakiyên nobetê hatin lidarxistin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya nobetê ya bi şîara “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Kurdistana Azad” destpê kir, didome. Li konê ku Stefhanplatzê hatiye danîn, bi zimanê Îngîlîzî û Elmanî belavokên têkîldarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û der heqê êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, hatin belavkirin.
Her wiha, Kurdistanî êrîşên provakatîf ên ku AKP’î li dijî kon li dar dixin jî vala derdixin. Çalakiya kon a rastî eleqeyek mezin tê, wê 30’ê Hezîranê bi bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) bi dawî bibe.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî çalakiya ji bo azadiya Ocalan destpê kir, di roja 5’emîn de dewam dike. Kurdistanî bi awayekî girseyî tevlî çalakiya mabeyna saet 15.00-18.00’an dibin. Eleqeyek mezin ji bo çalakiya ku belavok lê tên belavkirin heye.
Çalakî wê heta 29’ê Hezîranê bidome.
AMSTERDAM
Li Amsterdamê jî çalakî didome. Navnîşana çalakiya îro Leîdsplen bû. Di çalakiyê de ku belavokên bi zimanê Îngîlîzî û Hollandî hatin belavkirin, agahdarkirin jî pêk hatin.
Nivîskar Sûat Bozkûş têkîldarî çalakiyê ji ANF’ê re axivî, got pêwîst e li dijî dîktaya AKP û Qesrê berxwedan mezintir bibe. Bozkûş her wiha bal kişand ser girîngiya piştgiriya bi rojnameya Ozgur Gundemê jî, wiha dewam kir: “Eger ev çapemeniya azad nîn be, wê ser qetlîamên wek Roboskî, Şengal, Rojava, Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn, Şirnex û hwd. bên nixumandin.”